Ji Salih Muslim bo alîkariya çekên Amerîkayê daxuyanî
Piştî biryara fermî ya Amerîka ku çekên giran ji bo operasyona bajarê Reqqayê ji YPGê re bişîne ji Hevserokê PYDê Salih Muslim daxuyaniyek hat dayîn. Muslim got: "Em li bende bûn."

Hevserokê Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) Salih Muslim di daxuyaniya xwe de got. "Şandina çekên giran ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û perçeyên wê yên din tiştejî xwezayî ye."
Salih Muslim di axafrtina xwe de ragihand ku em li benda vê biryarên bû û got: "Operasyona bajarê Reqqayê ya li dijî terorîzmê bi hemahengiya koalîsyona hevpar a navneteweyî ve dimeşe. Şandin û peydekirina çekan ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û beşên wê din tiştekî xwezayî ye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo operasyona bajarê Reqqayê biryara şandina çekên giran ku ji HSDê re bişîne bi fermî erê kiribû û li raya giştî hatibû parvekirin.
Nûvekirina herî dawî: 03:40:13