Jibo aktîfkirina Parlementoyê PDK û YNK niha civîn dikin...

Her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û amadekirina zemîneya sazdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dest bi civîna xwe kirin.

8 Tebax 2017 - 11:02
8 Tebax 2017 - 11:02
 0
Jibo aktîfkirina Parlementoyê PDK û YNK niha civîn dikin...

Li gorî nûçeya ku Rûdaw'ê de cih digire Şanda PDKê bi serokatiya Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî ye û her yek ji Fazil Mîranî, Dilşad Şehab, Mehmûd Mihemed û çend berpirsên din ên PDKê jî di şandê de cih digirin.

Herwiha şanda YNKê jî bi serokatiya berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya wê partiyê Mele Bextiyar e û her yek ji Îmad Ehmed, Ferîd Eseserd û Xalid Şuwanî di şandê de cih girtine.

Ev nûçe bi tevahî 1453 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:33:22