Kaplan: HAK-PAR beriya her îdeolojiyekê doza neteweyî ya Kurd daye pêşiya xwe

Serokê Giştî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan li Diyarbekirê li gel rayedarên HAK-PAR civînek çapemeniyê li dar xist. Kapan amaje kir ku 120 partiyên siyasî hene, lê tenê HAK-PAR behsa netewe, nasname û zimanê Kurdan dike û bo Kurdan statu dixwaze.

4 Tîrmeh 2022 - 04:12
4 Tîrmeh 2022 - 04:12
 0
Kaplan: HAK-PAR beriya her îdeolojiyekê doza neteweyî ya Kurd daye pêşiya xwe

Di 15ê Gulanê de Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Kongreya Asayî ya Serokatiyê li Enqereyê li dar xist û Duzgun Kaplan wek serokê nû yê H HAK-PAR hatibû hibijartin.

Piştî vê yekê Duzgun Kaplan yekem civîna xwe ya Diyarbekirê li dar xist û di civînê de amaje kir ku 120 partiyên siyasî li Tirkiyeyê hene û tenê HAK-PAR di bernameya xwe de behsa netewe, nasname û zimanê Kurdan dike û bo Kurdan dixwaza statuyê ango federalîzmê dike.

Kaplan ji bûyerên dîrokî mînak dan û anî zimên ku HAK-PAR beriya her îdeolojiyekê doza neteweyî ya Kurd daye pêşiya xwe.

Duzgun Kaplan da zanîn ku wan wek rêveberiya nû çend armanc dane pêşiya xwe û dixwazin heta 15 Tebaxê di navbera 30-35 bajaran de rêxistinbûna xwe temam bikin û beriya hilbijartinên Hezîrana 2023an dixwazin herî kêm 41 bajaran rêxistinên xwe ava bikin da ku wek partî mafê beşdariya hilbijartinan bi dest bixin.

Ev nûçe bi tevahî 547 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:16:02