Karvedanên serdana Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê; Biratiya xwe îsbat kirin

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li wî di medya û ajansên Tirkiyê de deng veda. Nûçe her zû li ser Twitera Serokeyatiya Komarî ya Tirkiyê hat belavkirin.

16 Sibat 2023 - 04:00
16 Sibat 2023 - 04:00
 0
Karvedanên serdana Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê; Biratiya xwe îsbat kirin

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li wî di medya û ajansên Tirkiyê de deng veda. Nûçe her zû li ser Twitera Serokeyatiya Komarî ya Tirkiyê hat belavkirin. Kanala Televîzyon û Radyoya Dewletê ya Tirkiyê (TRT) jî bi zimanê Kurdî nûçe belav kir.

Yek ji wan kesên ku li Dîlokê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir Parlamenterê AK Partiyê Mehdî Eker bû. Eker Wezîrê Berê yê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê û demekê jî Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê bû.

Parlamenterê Dîlokê yê AK Partiyê Mehmet Erdogan derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dibêje:

Mehmet Erdogan, Parlamenterê AK Partiyê ragihand: “Me ligel Kadîr Ekîncî parêzgarê kordînator, birêz Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berê yê Çandinî û Daristanan Mehdî Eker li Navenda Hevahengiyê ya Karesatan a li Îslahiyê derbarê rewşê de gotûbêj kirin.”

Parlamenterê Partiya Pêşerojê yê Amedê Cuma Îçten derbarê serdanê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel mexdûrên erdhejê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî civiya ku ji yekem demjimêra bûyerê ve hatine alîkariya me. Ez bi navê xwe û xelkê me spasiya we û tîmên we dikim.”

Endamê Kargêriya Giştî yê Partiya Saadetê Fesîh Bozan jî di twîtke xwe de Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî etîket kirin û spasiya wan kir. Bozan dibêje: “Weke duh, îro jî biratiya xwe dûpat kirin.”

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku partiya wî li ser bingeha dijayetiya koçber û penaberan hatiye damezrandin, rexne li Serokê Partiya Nijadperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî girtin ku karvedanek li dijî serdana Nêçîrvan Barzanî nîşan nedaye.

Ev di demekê de ye Umît Ozdag di roja serdanê de jî karvedanek nerênî hebû, ev helwêsta wî jî nerazîbûna beşek ji xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê lli pey xwe anî.

Xwendekarekî Beşa Zanistên siyasî di di tweteke xwe de bersiva Ozdag daye û jê re dibêje: “7 nifşên te wek Barzanî sûd negihandine vê cografyayê.”

Pizîşkek jî di twîtekê de dibêje: “Barzanî bixwe û çend barhilgirên alîkariyê li navçeyên erdhejê. Ey gel dost û dijminê xwe binase.”

Ev nûçe bi tevahî 665 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:24:27