Kerkûk: 2 çekdarên DAIŞê li Çemê Roxane hatin kuştin

Îro cîgirê fermandariya proseya hevbeş a Iraqê aşkera kir, li Çemê Roxane ya li sînorê qeza Daqûq a ser bi parêzgeha Kerkûkê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

16 Mijdar 2022 - 10:14
16 Mijdar 2022 - 10:14
 0
Kerkûk: 2 çekdarên DAIŞê li Çemê Roxane hatin kuştin

Îro 16.11.2022yê Cîgirê Fermandariya Proseyên Hevbeş a Iraqê Ferîq Qeys Mihemedawî di beyanameyekî de ragehand, fermandariya proseyên hevbeş a Kerkûkê li Çemê Roxane ya sînorê parêzgeha Kerkûkê karîn 2 çekdarên DAIŞê bikujin.

Herwaha hat ragehandin, hêzên ewlehiyê li Çemê Roxane heta naha jî erkê xwe cîhbicîh kirinê berdewam dikin, bo paqijkirina çekdarên terorîst ên DAIŞê.

Ev nûçe bi tevahî 405 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:42