Kifrî: Kesek di êrîşeke dronî de hat kuştin

Di verêja êrîşeke dronî de li nêzî sûka Kifriyê, serokê eşîreta Beyatê hat kuştin.

31 Adar 2024 - 15:34
31 Adar 2024 - 15:34
 0
Kifrî: Kesek di êrîşeke dronî de hat kuştin

Li gorî ajansa K24'ê li Germiyanê ragehand, “Nêzî seet 03:10 ê piştî nîvroya îro (Yekşem, 31.03.2024), êrîşeke dronî li ser cihekî nêzî sûka Kifriyê li nîva bajarî hat kirin”.

Her wiha hat gotin, “Di verêja wê êrîşa dronî de, kesatiyekî Tirkmen ê wê deverê bi navê Hisên Eloş ku serokê eşîreta Beyatê ya Kifriyê bû hat kuştin”.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî, çi aliyekî berpirsyariya xwe li ser kirina wê êrîşê diyar nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 277 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:42:44