Kiraç jî bi diziya stranên kurdî tê tawambarkirin
Stranên gelerî yên kurdî yên ji aliyê stranênbêjên tirk ve tên gotin ji aliyê hesabekî bi navê Serhat Eyalet Lordû yek bi yek tên eşkerekirin. Kiraç ji bo tawana li hemberî xwe got:"Türkü yên me ne lê stran yên kî ne?"
Beriya niha eyamekê Derbarê strana Serdar Ortaçî de Sputnikê nuçeyek weşandibû, lê ji aliyê Serdar Ortaçî ve tu daxuyaniyek nehatibû dayîn. Hesaba binavê Serhad Eyalet Lordu ku bi taybetî stranên ku ji kurdî hatine wergerandin aşkere dike vê carê ji bo Strana 'Dêra Sorê Rindikê' a bi kurdî hunermendê tirk Kiraçî tawanbar kir û got:"Hunermendên tirk stranên kurdî werdigerînin türkü yan." Kiraç ji ser hesaba xwe ya twitterê got:"Türkü yên me ne stran yên kî ne?"
Bersiva li ser twitterê ya hunermend Kiraçî bû sedema nîqaş.
Nûvekirina herî dawî: 23:15:07