Koalîsyonê hişyarî da Bexda: Heger balafir rabin wê bêne xistin...

Endamê Parlamentoya Iraqê û parlementerê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Abdullah ragihand ku koalîsyona navneteweyî qada hewayî ya Kurdistanê girt.

16 Cotmeh 2017 - 04:07
16 Cotmeh 2017 - 04:07
 0
Koalîsyonê hişyarî da Bexda: Heger balafir rabin wê bêne xistin...

Şaxewan Abdullah di axaftina xwe ya K24ê de got: \"Li Tûzxûrmatûyê milîsên Haşdî Şabî ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatin qewirandin. Milîsên ku pêşî hatin têk çûn li pey van jî gengaz bûn ku vegerin. Wesayîtên wan jî hatin rûxandin.\"

Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de got: \"Ez bi fermandarên koalîsyona navneteweyî re axivîm. Koalîsyon ji tevgera artêşa Iraqê û rêxistina Haşdî Şabî aciz e û gotin ‘eger balafirên Iraqê ji bo êrişî rabin wê ji aliyê koalîsyonê ve werin xistin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1622 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:28:15