Kobanê.. Di encama teqîna mînekê de 4 zarokek bûn qurbanî

Li gundekî ser bi Kobanê ve di encama teqîna mînekê ji paşmayên şer de, zarokek hat kuştin û 3 zarokên din birîndar bûn.

8 Îlon 2022 - 07:40
8 Îlon 2022 - 07:40
 0
Kobanê.. Di encama teqîna mînekê de 4 zarokek bûn qurbanî

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li gundê Îdaq ê Kobanê di encama teqîna mînekê ji paşmayên şer de, zarokek hat kuştin û 3 zarokên din birîndar bûn.

Li gorî amarên Rewangehê, ji destpêka sala 2022an de 185 kes li seranserî Sûriyê bi mîn, bombe û paşmayên şer hatine kuştin û 258 jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de Netewên Yekgirtî dibêje, Sûriye yek ji welatên ku herî zêde welatî dibin qurbaniyên mîn û bombeyan ku di navbera salên 2016 – 2021ê de, her 10 xulekan bûyera teqîna mînekê rû dabû.

Li gorî rêxistina Xaca Sor a Navdewletî, ji sala 2011an û heya niha, 12 hezar kes bûne qurbaniyên mîn û bombeyan ku 35% ji wan hatine kuştin û 50% ji wan bûne xwedî pêwîstiyên taybet.

Di raportên rêxistinên navdewletî de ku beriya niha belav bûne hatiye eşkere kirin, ji ber mîn û paşmayên şer, jiyana 10 milyon kesî li hundirê Sûriyê û bi taybetî li parêzgehên Reqa û Helebê di metirsiyê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 702 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:33:20