Konseya Ewlekarî: Heşdî Şabî êriş kir

Konseya Ewlekarî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere dike, îro Heşda Şeibî bi çekê û tankên Amerîkî ji du eniyan ve êrîşî ser hêzên Pêşmerge kir.

16 Cotmeh 2017 - 03:53
16 Cotmeh 2017 - 03:53
 0
Konseya Ewlekarî: Heşdî Şabî êriş kir

Wek daxuyaniyiya Konseya Ewlekarî amaje pê kiriye, êrîşa Heşda Şeibî li eniya Taze – Kerkûk û pireya Meryem Bek bûye û Pêşmerge jî karî êrîşê têk bişikîne.

Di êrîşê de nêzîkî 5 Hemer û otombîlên leşkerî yên Heşda Şeibî hatin şewitandin.

Encûmena Asayişê di daxuyaniyê de aşkere dike, ku Heşda Şeibî ji aliyên tê piştevanîkirin, bi çek, tank û hemerên Amerîkî êrîş birin ser hêza Pêşmerge.

Di daxuyaniyê de hat, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike, hêza Pêşmerge berdewam dibe di berevanîkirina gel û xaka Kurdistanê de.

Ev nûçe bi tevahî 2027 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:36:30