Kosret Resûl rakirin nexweşxanê...
Nivîsîngeha Kosret Resûl ragihand, ku rewşa tendurustiya wî têk çûye û niha li nexwexaneyê di bin çavdêriya pizîşkan de ye.

Nivîsîngeha çapemenî ya Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragihand, ku îro Şemî 11-11-2017, rewşa tendurustiya wî têk çûye û ji ber vê rakirine nexwexaneyê.
Li gorî daxuyaniyê ji tîma pizîşkî Dr. Dara Reşîd ragihandiye, ku niha Kosret Resûl di bin çavdêriya hûr a pizîşkî de ye û çareseriya pêwîst tê kirin.
Kosret Resûl Elî di sala 1952ê li gundê Şîwaşoka Mezin a navçeya Koyê ji dayik bûye û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê ye.
Nûvekirina herî dawî: 19:47:21