Kurdek ji Paytexta yekem a Kurdistan berbi Hewlêrê meş dike

Ji bo piştgirî dana serxwebûna Kurdistanê hemwelatiyek ji paytexta yekem a Komara Kurdistanê ve bi piyan serdana Hewlêrê dike.

15 Tebax 2017 - 05:59
15 Tebax 2017 - 05:59
 0
Kurdek ji Paytexta yekem a Kurdistan berbi Hewlêrê meş dike

Mam Tahîr ku di temenê 50 salî deye, xelkê bajarê Muhabadê ye û bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê ji Muhabadê ve bi piyan ber bi Hewlêrê ve birê ket.

Li gor Mam Tahîr naha dema serxwebûna Kurdistanê ye, ji ber gelê Kurdistanê qurbaniyên zêde dane.

Piştî diyar kirina dema referandoma serxwebûna Kurdistanê hemwelatiyên parçeyên rojhilat, bakûr û rojavayê Kurdistanê berdewam piştevaniya xwe bo referandoma serxwebûna Kurdistanê radigehînin û wek hêviyeke mezin dibînin bo geheştina mafên xwe.

Wek tê zanîn; Yekem Komara Kurdistanê di 22.01.1946ê hat ava kirin û bajarê Muhabadê wek paytexta wê Komarê bû, ku Pêşeva Qazî Mihemed serokomar bû û rêberê şoreşa rizgarî xwaziya gelê Kurdistanê General Mistefa Barzanî jî serfermandarê Komara Kurdistanê bû.

Ev nûçe bi tevahî 1600 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:58:29