Kurê Abdullatîf Şener dapîra xwe kuşt!

Bedîrhan Şenerê kurê wezîrê berê Abdullatîf Şener dapîra xwe bi çekê kuşt.

1 Tebax 2024 - 07:18
1 Tebax 2024 - 07:18
 0
Kurê Abdullatîf Şener dapîra xwe kuşt!

Li gorî agahiyan, Bedîrhan Şener û dapîra wî Leyla Çetîner li mala xwe ya Enqereyê ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû Bedîrhan Şener dapîra xwe dîl girt.

Abdullatîf Şener jî derket kolanê û polîs ji rewşê agahdar kirin.

Gelek polîs çûn cihê bûyerê lê Bedîrhan Şener dapîra xwe bi çekê kuşt.

Polîsan Bedîrhan Şener desteser kir û lêkolînên wan ên li cihê bûyerê berdewam dikin.

Abdullatîf Şener yek ji avakarên AK Partiyê ye û serdemekê wezîrê dewletê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 440 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:40:33