Letîf Reşîd: Di salvegera Enfalê de divê em rêzên xwe yek bixin

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand, divê di salvegera tawanên Enfalê de em rêzên xwe yek bixin.

14 Avrêl 2023 - 06:48
14 Avrêl 2023 - 06:48
 0
Letîf Reşîd: Di salvegera Enfalê de divê em rêzên xwe yek bixin

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Bi xemeke gelek kûr, em tawana Enfalê bi bîr tînin, ku rejîma dîktator a berê di helmeta jinavbirin û gora bi komî de li dijî neteweya Kurd encam da.”

Herwiha Letîf Reşîd diyar kir: “Di vê bîranîna bi êş û jan de, divê em rêzên xwe yek bixin û jiyaneke seqamgîr û aram ji bo welatiyan dabîn bikin, u rêgir dibe ji bo dubarebûna wan cûre tawanan.”


Ev nûçe bi tevahî 769 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:51:34