Li Amdê 2 hezar donim zevî şewitî

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber şewitandina pirêzeyan 2 hezar donim zevî şewitî.

23 Tîrmeh 2024 - 07:41
23 Tîrmeh 2024 - 07:42
 0
Li Amdê 2 hezar donim zevî şewitî

Li gundê Korîtê yê yê Farqînê doh êvarê ji ber şewitandina pirêzeyan şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gundî û tîmên agirkujê yên şaredariya Farqînê çûn cihê agir.

Ji ber ku şewat di bin bandora bayê de mezin bû û belav bû, mudaxaleya tîmên agirkujên yên şaredariya farqînê  li hember şewatê têrê nekir.

Ji navçeyên Bismil û Hezroyê hêz şandin qada şewatê.

Şaredariya Farqînê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Li gundê Korîtê yê navçeya me, êvarê agireke mezin derket û tevî hewldanên giran ên gundiyan û tîmên agirkujê, li herêmeke fireh belav bû.

Di encama agir de, nêzîkî 2 hezar donim erd zirar dît.

Hevserok Kadri Esen, endamên meclîsa şaredariyê û tîmên agirkujê bi lez gihîştin cihê bûyerê û mudaxaleyî agir kir.

Xebata hevaheng a berpirsiyaran di pêşîlêgirtina belavbûna zêdetir a agir de bandoreke erênî kir.”

 

Ev nûçe bi tevahî 625 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:06:51