Li Amedê çalakiya 'Sonda Jiyana Kurdî' tê lidarxistin

Platforma Ciwanên Serbixwe di bin navê “Sonda Jiyana Kurd” de, çalakiyekê li Diyarbekirê dike.

4 Mijdar 2023 - 05:26
4 Mijdar 2023 - 05:26
 0
Li Amedê çalakiya 'Sonda Jiyana Kurdî' tê lidarxistin

Ciwanên Platforma Serbixwe kampînekê ji bo axaftina zimanê Kurdî dide destpêkirin û ciwan dê sibe 5ê Mijdarê li Meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê sond bixwin da ku li her qada jiyanê bi zimanê Kurdî biaixivin.

Ciwanên Platforma Serbixwe bi riya hejmara xwe ya medyaya civakî banga piştgirîkirina li kampînê kirine.

Di peyama sondxwarinê de ku tê gotin, “Demeke dirêj e em wek Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo danîna rêbazeke nû ya neteweyî, bi taybet di nava xebatên avakirina hişmendiyeke bihêz a neteweyî dikin.”

Ev nûçe bi tevahî 1412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:14:38