Li Amedê her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin

Li bajarê Diyarbekirê her cure çalakî, meş û xwenîşandan heta 4 rojan hatin qedexekirin.

16 Mijdar 2023 - 02:44
16 Mijdar 2023 - 02:44
 0
Li Amedê her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP), da ku balê bikşîne ser rewşa zindanîbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, amedekariyan dike ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê çalakiyekê bi navê “Meşa Gemlîkê” bike û Hesverokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî dê beşdarê meşê bibe.

Lê beriya vê çalakiyê, Parêzgeha Diyarbekirê biryara qedexekirina her cure çalakî, meş û xwenîşandanan da.

Li gor biryarê, qedexe îro dest pê dike û dê heta çar rojan berdewam bibe. Herwiha da ku rê li ber çalakvanan were girtin, çûnûhatin bo bajarê Diyarbekirê hatiye astengkirin.

Ev nûçe bi tevahî 887 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:54:26