Li Amedê 6 kes ji ber meşa ji bo Ocalan hatin girtin
Li Amedê 6 kes hatin girtin ku ji ber meşa ji bo Ocalan hatibûn desteserkirin.

Li Amedê 6 kesên ku ji ber meşa bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan a 18ê Çiriya Pêşîn hatibûn desteserkirin, bi tohmetên "rabûna li ber polîsan, propagandaya rêxistinê û birîndarkirinê" hatin girtin.
Divê were gotin ku yek ji wan zarok e.
Li gorî nûçeya ANKAyê, roja borî ji bo girtina gumanbarên ku di meşa ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li dar xistibû de operasyonek hat lidarxistin.
Piştî ku kar û barên îfadeyê yên 6 kesên ku hatin desteserkirin li emniyetê temam bûn, ew sewqî edliyeyê hatin kirin.
Her 6 gumanbar piştî îfadeyên xwe yên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh û Ceza hatin kirin.
Dadgehê bi tohmetên "rabûna li ber polîsan, propagandaya rêxistinê, birîndarkirin û mixalefeta li hemberî Yasaya Hejmar bi 2911an a Civîn û Meşên Xwenîşandanê" biryara girtina her 6 kesan da.
Nûvekirina herî dawî: 23:47:29


































































































































































