Li Amedê bi çekan êrîşî xwaringehekê kirin: Kesek hat kuştin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di nav kargehekê de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

29 Gulan 2023 - 08:05
29 Gulan 2023 - 08:05
 0
Li Amedê bi çekan êrîşî xwaringehekê kirin: Kesek hat kuştin

Li gor agahiyan, îro Duşemê 29ê Gulana 2023an li navçeya Peyasê ya ser bi parêzgeha Amedê ji ber sedemeke nehatiye zanîn di navbera grupekê û xwedî û karkerên xwaringehekê de şerê bi çekan çêbûye û di encamê de 6 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Lê ligel hemû midexaleyan kesekî birîndar ê 27 salî canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan dermankirina 5 kesên birîndar li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi Yaşargil berdewam e. Lê heta niha ti zanyarî nehatine belav kirin ka şer li ser çi derketiye.

Ev nûçe bi tevahî 569 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:40:40