Li Amedê grupekê otomobîla şaredariyê şewitand

Li Navçeya Rezan a Amedê çend kesan otomobîla şaredariyê ya berhevkirina gelaş şewitand.

30 Gulan 2023 - 07:50
30 Gulan 2023 - 07:50
 0
Li Amedê grupekê otomobîla şaredariyê şewitand

Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê grupek bi maske êrişî otomobîla pakkirinê ya şaredariyê kirin û şewitandin.

Li gor agahiyan li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan serê sibeha îro sêşemê 30ê Gulanê grupek çend kesî yên ku bi maske otomobîla komkirina gelaş a şaredariyê rawestandine û otomobîl şewitandine û ji cihê bûyerê reviyane.

Heta niha nasnameya kesên ku tê gotin ev kar kirine nehatiye eşkerekirin û kes nahetiye desteserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 434 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:35:55