Li Amedê kesek li ser dîreka elektrîkê mirî hat dîtin

Li navçeya Yenişehirê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanê ku derketibû ser dîreka (stûna) elektrîkê canê xwe ji dest da.

5 Berfanbar 2022 - 04:56
5 Berfanbar 2022 - 04:56
 0
Li Amedê kesek li ser dîreka elektrîkê mirî hat dîtin

Li Taxa Fabrika ya navçeya Yenişehirê, doh bi şev 4ê Kanûnê Bekir Aydin ê 21 salî ji ber sedemeke nehatiye zanîn çûye ser dîreka elektrîkê. Li ser dîrekê elektrîkê ew girtiye û Bekir Aydin canê xwe ji dest daye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên berevaniya sivîl û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Termê Bekir Aydin ku li ser dîreka elektrîkê asê mabû ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hat daxistin.

Herwiha termê wî kesî bo karên otopsiyê û diyarkirina sedema mirina wî bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:21:45