Li Amedê mala malbateke Sûriyeyî hat şewitandin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 2 welatiyên Sûriyeyê mala malbateke Sûriyeyî şewitand û ji cihê bûyerê reviyan.

1 Tîrmeh 2024 - 10:14
1 Tîrmeh 2024 - 10:14
 0
Li Amedê mala malbateke Sûriyeyî hat şewitandin

Şeva borî li Taxa Kaynartepeyê mala malbateke Sûriyeyî ya ku 3 zarokên wan hebûn hat şewitandin.

Endamên malbatê xwe avêt derve û ji şewatê rizgar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tîman agir vemirand.

Di encama lêkolînên polîsan de diyar bû ku 2 kesên agir berdaye malê û reviyane jî welatiyên Sûriyeyê ne.

Polîsan ji bo desteserkirina her du kesan dest bi xebatê kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 580 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:49:39