Li Bakurê Kurdistanê nirxê şîr û goşt sedi 30-35 zêde dibe

Li Bakurê Kurdistanê nirxê berhemên şîr û goşt zêde bibe. Serokê Komeleya Berhemhênerên Şîr, Goşt û Xwedîkirina Dewaran (TUSEDAD) Sencer Solakoglu ragihand ku ji ber giranbûna lêçûna berhemanînê dê di mehên Cotmeh û Mijdarê de nirxê goşt û berhemên şîr sedi 30-35 û dibe zêdetir jî bibe.

12 Îlon 2022 - 06:20
12 Îlon 2022 - 06:20
 0
Li Bakurê Kurdistanê nirxê şîr û goşt sedi 30-35 zêde dibe

Sencer Solakoglu her wiha dibêje, ji ber vê yekê her diçe hejmara kesên êdî naxwazin vî karî bikin zêde dibe. Li gor Solakoglu, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kîloya goştê bi hestî 90 lîre ye û eger sedi 30-35 bê zêdekirin dê bigihe 120 lîreyan.

Sencer Solakoglu dibêje, ji ber kesên ajelan hawirde dikin dizanin dê rewş wiha lê were ajelan dikirin û di nav meh û nîvekê de wê nirxê goşt û berhemên şîr zêde bibe.

Di nav meha dawî de nirxê êmê ajelan giran bûye, nirxê kîloya êm gehiştiye 7,60 lîreyan. Lêçûya berhemhêner ne tenê êm e, mazot, elektirîk, derman û heqdestê karkeran hemû giran bûne. Solakoglu dibêje, xelk feqîr bûye û ji ber wê yekê êdî hêza wan a bikarin her tiştî bikirin nemaye.

Ev nûçe bi tevahî 763 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:25:04