Li Bane kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Rêbwar Reşîdî temen 30 salî û xelkê gundê Qulyawa yê ser bi bajarê Bane ye û bavê du zarokan e.

27 Tebax 2022 - 09:22
27 Tebax 2022 - 09:22
 0
Li Bane kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a “Hengaw” belav kiriye, duh înê 26ê Tebaxa 2022yan kolberekî Kurd yê bi navê Rêbwar Reşîdî bi teqeya rasterast a hêzên Îranî hat kuştin.

Herwiha ragihandiye, Rêbwar Reşîdî temen 30 salî û xelkê gundê Qulyawa yê ser bi bajarê Bane ye û bavê du zarokan û hevjîna wî jî ducanî ye.

Li gorî amarên Hengaw, di nava 35 rojên borî de, herî kêm 5 kolberên Kurd li navçeya Banê ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin.

Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejariyê, neçar dibin ku karê kolberiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di rêyên dijwar re bikin, lê gelek caran jî rastî êrîşên hêzên Îranê tên.

Ev nûçe bi tevahî 1030 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:55:02