Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Li 3 gund û mezrayên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

21 Tîrmeh 2022 - 06:21
21 Tîrmeh 2022 - 06:21
 0
Li Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Parêzgariya Bedlîsê di daxuyaniyekê de ragihand, li 3 gund û mezrayên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê, qedexeya li 3 gundan dê di navbera demjimêr 22:00 ji roja Çarşemê 20ê Tîrmehê û heta demjimêr 23.45 ji roja Înê 22ê Tîrmeha 2022ê de berdewam be.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Qedexe derketina derve bo girtina endamên rêxistinê û ji bo ewlekariya gel, hatiye ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 581 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:42:57