Li Bedlîs û Dêrsimê teqîn: 2 kuştî, 2 birîndar

Şeva derbasbûyî, li ser rêyên bajarê Bedlîsê û herwiya rêya Dêrsimê 2 bombeyên vedayîğ teqiyan û di encamê de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê mirin û 2 kesên sivîl jî birîndar bûn.

9 Tîrmeh 2017 - 03:41
9 Tîrmeh 2017 - 03:41
 0
Li Bedlîs û Dêrsimê teqîn: 2 kuştî, 2 birîndar

Li gorî agahiyan, otomobîlekê Fermandariya Jendermeyan a bajarê Bedlîsê, dema ku li ser rêya Hîzan û Tetwanê re derbas dibû, bombeyeke vedayî yê bi kontrol hate teqandin.

Di encama vê teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û kesekê sivîl jî birîndar bû.

Piştî teqînê Artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Ji aliyê din ve, li ser rêya navçeya Dêrsimê Pulumur û Erzinganê bombeyek di kamyonetekê de teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.

Heta gotin, ku rewşa birîndar baş e û li Nexweşxaneya Pulumurê tê dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 1348 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:14:42