Li Bedlîsê şer.. 2 leşker canê xwe ji dest dan

Li Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûnên di navbera PKK û Arteşa Tirkiyê 3 endamên hêzên ewlekariyê û endamekî PKKê canê xwe ji dest dan.

22 Hezîran 2017 - 10:06
22 Hezîran 2017 - 10:06
 0
Li Bedlîsê şer.. 2 leşker canê xwe ji dest dan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, li navçeya Tetwanê ya Bilîsê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de 2 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

Herwiha gundê Diheya Kevin ya ser bi Sêrtê jî endamên PKKê bi çekan êrîşê hêzên ewlekariyê kirine û di encamê de pasvanekî gundan canê xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê qedexeya derketina derva hate ragihandin û li dijî PKKê operasyonek berfireh hate destpêkirin.

Ji aliyekî din ve, Parêzgeriya Colemêrgê jî derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyek belav kir. Li gor ragihandina Parêzgeriyê li navçeya Çêlê endamekî PKKê di encama pevçûnan de canê xwe ji dest daye.

Ev nûçe bi tevahî 1523 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:10:55