Li Bursayê di 3 xulekan de 2 caran erd hejiya: Stenbol jî pê re hejiya!

Li navçeya Gemlîkê ya Bursayê du erdhejên bi hêzên 5,1 û 4,5 pileyan erd hejiya.

4 Berfanbar 2023 - 08:01
4 Berfanbar 2023 - 08:01
 0
Li Bursayê di 3 xulekan de 2 caran erd hejiya: Stenbol jî pê re hejiya!

Erdhej li parêzgehên derdorê bi taybetî jî li Stenbolê bû sedema tirseke mezin.

Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li Gemlîkê bi hêzên 5,1 û 4,5 pileyan du erdhej çêbûn.

Li gorî AFADê erdhej di saet 10:42 û 10:45an di kûrahiya 8,98 kîlometreyan erdê de pêk hatine.

Di daxuyaniya AFADê de hat gotin:

“Li Deryaya Marmarayê, li Gemlîkê (Bursa, Mudanya) di saet 10:42 û 10:45an da bi hêza 5,1 û 4,5 pileyan du erdhej çêbûn.

Heta niha ti xeberên ne xweş negihîştine ber destê me, em dişopînin.”

Ev nûçe bi tevahî 677 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:36:14