Li Çemçemalê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû

Li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê erdhejek çêbû.

14 Tebax 2026 - 11:12
14 Tebax 2026 - 11:12
 0
Li Çemçemalê erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbû

Navenda Erdhejnasiyê ya Ewropa û Deryaya Navîn (EMSC) ragihand ku erdheja li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê bi hêza 3,9 pileyan bûye.

Erdhej îro derdora saet 01:30î rû da.

EMSCyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 10,6 kîlometre di bin erdê de bûye.

Piştî 3 saetan, derdora saet 04:00an, şêniyên Çemçemalê ragihand ku erdhejeke din çêbûye.

Li ser erdheja duyem hîn agahiyên hûr nehatin bidestxistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:09:14