Li Çewlîgê lehî rabû

Li navçeya Kanîreşê ya ser bi Çewlîgê ve ji ber barana gur gelek mal, gov û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

30 Gulan 2023 - 08:01
30 Gulan 2023 - 08:01
 0
Li Çewlîgê lehî rabû

Li navçeya Kanîreşê ji ber barana ku şev barî lehî rabû.

Li gundê Dortyolê ji ber baranê Çemê Periyê ji ser re avêt, hin mal, gov û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Welatiyan bi zehmetî heywanên xwe ji govan derxistin.

Selahattin Alkan ê li gund dijî diyar kir piştî baranê lehî rabû, mala wî di bin avê de ma got: "Divê êdî ji bo vê çareseriyek bê dîtin."

Sedef Taşdemir jî got ew her sal ji ber baranê zehmetiyê dikişînin.

Li Taxa Sîteya Kuçuk Sanayiyê jî ji ber baranê hatin û çûyîna otomobîlan hat rawestandin.

Tîmên peywendîdar ji bo ku avê vala bikin dixebitin.

Ev nûçe bi tevahî 1209 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:46:21