Li Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê berf dibare
Li parêzgehên Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibarê û tê texmînkirin ku berfeke zêde bibare.

Pêleke berf û baranê gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane ber xwe.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê pêşbînî dike ku îro li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bibare.
Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê, li parêzgehên Colemêrg, Sêrt, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare û tê payîn ku berf hîn girantir bibe.
Li kîjan bajaran baran dibare?
Tê çaverêkirin ku li parêzgehên Erzirom, Qers, Meletî, Êlih, Amed û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê jî hewa bi ewr be û bi giştî li tevahiya herêmê car caran baran bibare.
Li gorî pêşbîniyên Keşnasiyê, îro li piraniya herêmên Tirkiyeyê baran dibare.
Leza ba li rojavayê Marmarayê û peravên Egeyê di demjimêrekê de digihîje 75 kîlometreyan û dê wekî bahozê bandorê bike.
Pileyên germê li herêmên navîn û rojhilatê Deryaya Reş 3 heta 5 pileyan dadikevin.
Ji welatiyan hat xwestin ku li hemberî her bûyera nexwestî hişyar bin û tedbîran bistînin.
Nûvekirina herî dawî: 13:05:18








































































































































































