Li Dêre Zorê bîreke neftê ji destê HSDê hat derxistin

Xelkê navçeya el-Izbe yê li rojhilatê Dêre Zorê bîra el-Cebir a neftê ji dest Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxistin.

25 Tebax 2022 - 12:17
25 Tebax 2022 - 12:17
 0
Li Dêre Zorê bîreke neftê ji destê HSDê hat derxistin

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 25ê Tebaxê xelkê navçeya el-Izbe yê li rojhilatê Dêre Zorê bîra el-Cebir a neftê ji dest Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxistine ku rojane 2 hezar bermîl neft berhem dide.

Di 19ê Tebaxê de SOHRê ragihandibû ku xelkê gundê Şinan ê li herêmên di bin destê HSDê de li rojhilatê Dêre Zorê, li dijî binpêkirinên fermandarekî leşkerî li herêmê û li dijî xirabbûna şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyê xwepêşandan kirin û xwepêşanderan lastîk şewitandin, rêya sereke ya gund girtin.

Ev nûçe bi tevahî 775 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:48:04