Li Dêre Zorê teqîn: Mirî û birîndar hene

Sibeha roja Çarşemê teqîneke bihêz li naverasta bajarê Dêre Zorê çêbû û di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.

8 Adar 2023 - 06:53
8 Adar 2023 - 06:53
 0
Li Dêre Zorê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li gor çavkaniyên xwecihî, teqîn li nêzîkî baregeheke milîsên ser bi Îranê li Taxa Himêdiyê li naverasta Derêzorê çêbûye.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Di teqînê de, 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê di encama teqîna mîneke çandî de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 817 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:55