Li Dêrezorê ala DAIŞê hat bilindkirin

Li bajarokê el-Izbe li rojhilatê Dêre Zorê, di xwepêşndaneke welatiyan dijî şewitandina kopiyek Quranê dawiya Hezîrana borî li Swêdê, alaya DAIŞê hat bilindkirin.

7 Tîrmeh 2023 - 02:58
7 Tîrmeh 2023 - 02:58
 0
Li Dêrezorê ala DAIŞê hat bilindkirin

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li bajarokê el-Izbe li rojhilatê Dêre Zorê ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, di xwepêşndaneke welatiyan dijî şewitandina kopiyek Quranê dawiya Hezîrana borî li Swêdê, alaya DAIŞê hat bilindkirin.

Piştre HSDê hêzeke komando û hêzeke HAT şandin bajarokê Izbe û navçe dorpêç kirin û dest bi pişkinînê kirin lê ti kes desteser nekirin.

Roja 5ê Temûzê jî li bajarokê el-Buseyre li rojhilatê Dêre Zorê, di xwepêşandenekê de alaya DAIŞê hatibû bilindkirin.

Di Adara 2022an de jî li gundewarê rojhilatê Dêre Zorê çend caran alaya DAIŞê hatibû bilindkirin.

Ev nûçe bi tevahî 723 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:19:02