Li Dêrezorê êrîşî kêlgeha petrolê kirin; 10 kuştî û hejmarek birîndar hene

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand, di êrîşeke çekdarî de bo ser karkerên kêlgeheke petrolê li Dêrezorê li rojhilatê wî welatî, 10 karker hatin kuştin.

30 Berfanbar 2022 - 05:18
30 Berfanbar 2022 - 05:18
 0
Li Dêrezorê êrîşî kêlgeha petrolê kirin; 10 kuştî û hejmarek birîndar hene

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, îro Înê 30ê Kanûna 2022an li dijî 3 otobusên karkeran li kêlgeha petrolê ya El-Teym li Dêrezorê êrîş pêk hatiye.

Di encama êrîşê de, 10 karker hatine kuştin û 2 karker jî birîndar bûne.

Nehatiye diyarkirin ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Kêlgeha petrolê ya El-Teym li başûrê bajarê Dêrezorê ye û di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye.

Ev nûçe bi tevahî 1567 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:57:19