Li Dihokê xwepêşandan li dijî biryarên hikûmeta Iraqê bi rê ve çû
Li Dihokê, xwepêşandaneke befireh li dijî biryarên hikûmeta Îraqê bi rê ve çû.

Bi hezaran welatiyên Dihokê îro, ji bo protestokirina biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê û şehîdkirina ciwanên Kurd ên li Kerkûkê, li Parka Newrozê kom bûn.
Di nava xwepêşandanê de pêkahate, sendîka û saziyên cuda, cuda beşdar bûn.
Xwepêşanderan ji hikûmeta Îraqê xwest ku pabendî yasaya bûdceyê û destûra bingehî bibe.
Herwiha xwepêşanderan ji hikûmeta Bexdayê xwest ku rêkeftinên xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re cîbicî bike.
Di xwepêşandanê de, daxwaznameyek hate xwendin û organîzatorên xwepêşandanê ew daxwazname radestî aliyên fermî yên parêzgeha Duhokê kir.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter jî di xwepêşandanê de amade bû û got:
Em hatine daxwaza mafê xwe bikin. Ev daxwaziyên ku di vê xwepêşandanê de radestî me hatine kirin em dê bidin balyozxane û aliyên siyasî.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive
Sibe Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive û biryarê li ser qebûlkirin an jî redkirina wan 500 milyar dînaran dide, ku Hikûmeta Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê dişîne.
Nûvekirina herî dawî: 22:52:42