Li Diyarbekirê ciwanekî agir berda xwe

Li bakurê Kurdistanê ji piştî Mêrdînê, li Diyarbekirê jî welatiyekî xwe agir berda xwe û xwe şewitand.

17 Çile 2023 - 04:48
17 Çile 2023 - 04:48
 0
Li Diyarbekirê ciwanekî agir berda xwe

Li bajarê Diyarbekirê duhî ciwanekî 25 salî li ber bircên wî bajarî agir berda xwe û hejmarek polîs û tîmên hawarhatinê gihiştine cihê bûyerê û ciwanê şewitî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî zanayriyan, ew ciwanê agir berdaye xwe, bi giranî şewitiye.

Nayê zanîn vî ciwan ji bo çi xwe şewitandiye, lê berî niha çend rojan li bajarê Mêrdînê jî welatiyekî 65 salî yê bi navê Veysî Taş, ji bo şermezarkirina qedexeya hevdîtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ligel parêzêr û kesûkarên xwe, agir berdabû xwê û di encamê de jî canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 458 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:03:47