Li Efrînê mayîn teqiya: 5 efrînî birîndar bûn

Di encama teqîneke bombeyî li gundê Qêsim ê navçeya Reco ya Efrînê de, 5 kes birîndar bûn.

19 Gulan 2018 - 05:02
19 Gulan 2018 - 05:02
 0
Li Efrînê mayîn teqiya: 5 efrînî birîndar bûn

Li gor ragihandina jêderên herêmî, îro 18ê Gulanê di encama teqîna bombeyekê de li gundê Reco 5 welatî birîndar bûn ku rewşa dudiyan ji wan di xetiriyê de ye.

Hat zanîn ku gundiyên Efrînê yên bi navê Şêxo Henan, Ehmed Qadir û hevjîna xwe Leyla, Cemal Şêxo û Mihemed Ebdilhenan, bi traktorê li ser rêya navbera gundê Qêsim û Şêx dimeşiyan ku wê kêliyê mayîn di çerxa traktorê de teqiya.

Heman jêderan ragihand, ji ber ew her roj wê rêyê bikar tînin diyar e ku mayîn nû hatiye çandin û bi wan de teqiyaye.

Cemal û Mhiemed Henan ku birînên wan giran bûn, ji bo nexweşxaneyên Hatay a Tirkiyeyê hatine veguhestin.

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên piştevaniya wan dike, gelek caran bûyerên teqîna mayînan çêbûne ku heta niha bi kêmî 50-60 kesan can daye.

Xelkê Efrînê bi çandina mayînan komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê tawanbar dike.

Ev nûçe bi tevahî 1614 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:28:14