Li Elezîzê şerê çekdarî: 3 kes hatin kuştin
Li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê di şerê bi çekan yê di navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku roja 4ê Mijdara 2022yan li taxa Sursuru ya girêdayî parêzgeha Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêşeya erd û zevî, di navbera du malbatan de nîqaş derket.
Piştî demek ji nîqaşê, şer dest pê kir û di şer de çek jî hatin bikaranîn. Li gor zanyariyan di şer de 2 welatiyên bi navên Burak Tutak û Mahmut Demîr li cihê bûyerê hatin kuştin û welatiyê bi navê Mehmet Kayar jî bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hewldanan, wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Li aliyê din hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh dan destpêkirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:20