Li Gurgumê kesek di otomobîla xwe de mirî hat dîtîn
Li navçeya Elbîstan a ser bi parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyek di otomobîla xwe de mirî hat dîtin.

Li gor zanyariyan îro roja Înê 2ê Kanûna 2022an, hejmarek welatiyan li taxa Yeşîlyurt a girêdayî navçeya Elbîstan welatiyek di otomobîlekê de dîtine û li ser vê yekê hêzên agahiyê didin hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û ragihandin ku kesê di otomobîlê de welatiyê bi navê Zaîttîn Kocaoglu yê 49 salî ye û miriye.
Termê welatiyê navborî ji bo karûbarên diyarkirina sedemên mirina wî, bo beşa miriyan ya Pizişkiya Dadî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Gurgumê hat rakirin.
Hat ragihandin lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in
Nûvekirina herî dawî: 23:54:23