Li Hesekê teqîn çê bû

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek çê bû û li gor zanyariyên Rûdawê, bi sedema teqînê 3 kes birîndar bûn.

31 Cotmeh 2019 - 08:08
31 Cotmeh 2019 - 08:08
 0
Li Hesekê teqîn çê bû

Teqîn li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê û bi rêya motorsîklêteke bombekirî de çê bûye.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne ku bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser gihîştin cihê bûyerê û derbarê teqînê de dest bi lêkolînan kirin.

Bi sedema teqînê, zirar gihîştiye hejmarek otomobîlên derdorê ku nêzîkî cihê teqînê bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1329 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:56:49