Li Hewlêrê di cebilxaneyê de teqîn çêbû!

Li Paytextê Kurdistanê li Hewlêrê li navçeya Bahrekê di cebilxaneyekê de teqîn çêbûn. Teqîn vê sibehê seet nêzîkî 04:30î çêbûn.

30 Hezîran 2018 - 09:04
30 Hezîran 2018 - 09:04
 0
Li Hewlêrê di cebilxaneyê de teqîn çêbû!

Di derbarê bûyerê de Rêvebiriya Ewlehiya Hewlêrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyêde wiha hate gotin: Heta niha ti kes nemiriye, lê belê zerareke zêde çêbûye. Di derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Li gorî agahiyan teqîn, ji ber germahiya zêde çêbûye. Lê belê heta niha di derbarê sebeba teqînê de daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.

Di meha Temûza 2017an de jî di cebilxaneyeke pêşmergeyan de teqînek çêbûbû.

Ev nûçe bi tevahî 1151 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:52:34