Li Îranê çekdaran êrîşî binkeyeke polîsan kirin

Hejmareke çekdaran vê sibê li bajarê Zahîdan ê Îranê êrîşî ser binkeyeke polîsan kiri

8 Tîrmeh 2023 - 07:41
8 Tîrmeh 2023 - 07:41
 0
Li Îranê çekdaran êrîşî binkeyeke polîsan kirin

Îro Şemiyê 8ê Tîrmeha 2023an danê sibê medyaya Îranê ragihand, hejmarek çekdaran êrîşî ser binkeyeke polîsên bajarê Zahîdanê kirin û di wê êrîşê de kesek hat kuştin.

Rayedarên Îranê dibêjin, êrîşkar kembera bombekirî jî bi wan re heye û heta niha jî teqekirin berdewam e.

Malpera Faris News a nêzîkî Supaya Pasdaran diyar kir, heta niha çekdarek hatiye kuştin û pevçûn didome.

Ev nûçe bi tevahî 603 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:13:57