Li Îranê teqîn: 20 kuştî û 20 birîndar

Teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û zêdetirî 40 kesan bûne qurbanî.

14 Sibat 2019 - 02:55
14 Sibat 2019 - 02:55
 0
Li Îranê teqîn: 20 kuştî û 20 birîndar

Medyaya Îranê ragihand ku teqînek li nêzîkî Zahîdan li Sîstan û Belocistana Îranê çêbû û di encamê de 20 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gor medyaya Îranê, bombeyek bi otobuseke hêzên Supaya Pasdaran de teqiya.

Biryargeha Quds a Supaya Pasdaran a Îranê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku vê êvarê otobuseke ku têde hêzên parastina sînor hebûn, li ser rêya Xaş – Zahîdan bûne armanc û hejmarek ji hêzên Biryargeha Quds a hêzên bejahiyê yên Supaya Pasdaran jiyana xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne.

Piştî teqînê Rêxistina Ceyşul Edil berpirsyariya xwe di ber teqînê de ragihand.

Ev nûçe bi tevahî 1207 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:55:00