Li Iraqê serbazekî Amerîkayê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, serbazekî Amerîkayê ku di çarçoveya operasyonên piştevaniyê de kar dikir, hat kuştin.

23 Berfanbar 2022 - 04:41
23 Berfanbar 2022 - 04:41
 0
Li Iraqê serbazekî Amerîkayê hat kuştin

Pentagon di daxuyaniyekê de eşkere kir, serbazekî Amerîkî di 19ê Berfanbara 2022yan de di encama bûyereke ne serbazî de hat kuştin û hêzên Amerîkayê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Ew serbaz ji hêzên Marinesê bû û di çarçoveya operasyonên taybet ên deryayî yên Amerîkayê de kar dikir.

Derbarê hûrgiliyên bûyerê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê zanyariyên zêdetir eşkere nekirine.

Ev nûçe bi tevahî 508 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:06:53