Li Kerkûkê teqîn: 3 Pêşmerge birîndar bûn

Li bajarê Kerkûkê di encama teqîna bombeya DAIŞê ku berê bicih kiribû de 3 pêşmerge birîndar bûn.

19 Hezîran 2017 - 11:12
19 Hezîran 2017 - 11:12
 0
Li Kerkûkê teqîn: 3 Pêşmerge birîndar bûn

Fermandarê Piyadeya 2mîn ê Hêzên Pêşmerge Şiwan Şemeranî diyar kir ku di encama teqîna bombeya ku ji aliyê mîlîtanên DAIŞê ve li gundê Mamê ku dikeve rojavayê Kerkûkê de 3 pêşmerge birîndar bûne.

Hate eşkerekirin ku rewşa Pêşmergeyan baş e.

Xebatên paqijkirina mayinan li herêmên ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rizgarkirin, dewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 1412 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:36:02