Li Kerkuk Boriya gazê teqiya: Gundiyan malên xwe vala kirin

Li nêzîkî gundê Qizilyarê yê li başûrrojavayê Kerkûkê boriyeke gazê teqiya û xelkê malên xwe vala kirin.

29 Avrêl 2024 - 06:45
29 Avrêl 2024 - 06:45
 0
Li Kerkuk Boriya gazê teqiya: Gundiyan malên xwe vala kirin

Şeniyê wî gundî Mihemed Qizilyarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Em saet 03:00yê sibehê bi dengekî bilind ê ku ji nêzîkî gundê me hat şiyar bûn û derket ku dîsa boriya gazê şikestiye.”

Boriya ku gazê di navbera Kompanyaya Petrol û Gazê ya Bakur de vediguhêze, di demeke kurt de cara duyem e ku bi heman awayî dişike.

Mihemed Qizilyarî herwiha anî ziman:

“Şêniyên gund piştî dengê teqînê ji bo ewlehiya xwe neçar man ji herêmê derkevin.”

Mihemed Qizilyarî da zanîn, ji bo ku rewşê kontrol bikin tîm gihîştine gund.

Ev nûçe bi tevahî 626 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:47:26