Li Kerkûkê teqîn

Li bajarê Kerkûkê teqînek çê bû û li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

1 Tebax 2018 - 02:40
1 Tebax 2018 - 02:40
 0
Li Kerkûkê teqîn
Arşîv

îşev berî demekê li Taxa Wasit a bajarê Kerkûkê teqînek çê bû. Teqîn di demjimêr 23:27an de û ji ber teqîna bombekê di nava zibildanekê de çêbûye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama teqînê de, kesek bi navê Yasir Celal hatiye kuştin û 2 kesên din jî bi navên Muzefer Îbrahîm û Ela Muhsin birîndar bûne.

Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin, ku li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesek hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Derbarê teqînê de Polîsê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: "Birîndarên teqînê li nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê ne. Hêzên ewlekariyê jî dest bi lêkolînê kirine û zêdetir ji xaleke kontrolê di nava taxan de danîne."

Ev nûçe bi tevahî 4175 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:13:50