Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin

Berpirsê asayîşa Kerkûkê Mein Sadî di axaftina xwe de ragihand ku li bajêr dê Newroz were pîrozkirin û di çarçoveya pîrozbahiyan de wê bergiriyên ewlehî bene girtin.

12 Adar 2018 - 03:03
12 Adar 2018 - 03:03
 0
Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin

Mein Sadî di axaftina xwe de got: "Ji bo bergiriyên pîrozbahiyên roja Newrozê Yekîneyên Dijteror jî di nav de me planeke berfireh a bergiriyên ewlehiyê amade kir. Roja Newrozê guleberdan û derketina motorsikletan bo trafîkê jî qedexe ye."

Sadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo bergiriyên ewlehî hemû tedwîrên pêwist hatine girtin. Di şahiya Newrozê de her kes dikare cilûbergên cuda li xwe bike. Welatî dikarin al û flamayên cuda jî bilind bikin, lê li ser avahî û saziyên fermî wê al û flama neyên daleqandin. "

Ev nûçe bi tevahî 2382 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:31:12