Li Kirmaşanê serbazekî kurd xwe kuşt
Li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê serbazekî kurd xwe kuşt.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, pêr li Kirmaşanê serbazekî kurd bi navê Binyamîn Sebzî li cihê serbaziya xwe, xwe xeniqand û canê xwe ji dest da.
Heta niha nayê zanîn wî serbazê kurd çima xwe kuştiye.
Binyamîn Sebzî xelkê parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Nûvekirina herî dawî: 14:54:20











































































































































































